Encûmena Asayişa Navdewletî bo agirbestekê li Idlibê dicive

Encûmena Asayişa Navdewletî îro derbarê 2 projeyên taybet bi ragihandina agirbesta li Idlibê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî îro derbarê 2 projeyên taybet bi ragihandina agirbesta li Idlibê dicive.

Biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo dengdana bi 2 projeyên agirbestê bo Idlibê bicive, projeyek ji aliyê Kuwêt, Almanya û Belçîka ve û projeya din ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatiye pêşkêşkirin.

Projeya Kuwêt, Almanya û Belçîka pêşniyaz dike, agirbest ji roja 21ê Îlonê ve destpê bike, ku heman proje di meha Tebaxê de guftûgo derbarê wê de hatibû kirin, lê Mosko li dijî wî derketibû.

Projeya Rûsya û Çînê pêşkêş kiriye dibêje, bila agirbest bê ragihandin, lê grûpên terorist li xwe nagire û herwiha dema bicihkirina wê agirbestê diyar nekiriye.

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê ji dawiya meha Nîsana bûrî ve dest bi êrîşa ser gundewarê bakurê Hema û parêzgeha Idlibê kiriye û li gor amarên Netewên Yekgirtî, ta niha zêdetir ji 450 kesên sivîl hatine kuştin û zêdetir ji 400 hezar kes jî koçber bûne.

Herwiha Netewên Yekgirtî hişyariyê bo karesateke mirovî li Idlibê dide, ku nêzîkî 3 milyon kes li wê parêzgehê dijîn.

Gelek caran agirbest li Idlibê hatine ragihandin, lê bi berdewam her du alî rêjîma Sûriyê û grûpên çekdar hevdu bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin.

 

S. B