Peyama Serok Barzanî ya li salvegera şoreşa mezina Eylûl

Şoreşa Mezina Eylûl bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşekî siyasî û civakî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bi hêz ji bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê danî.

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî, bi helkevtta  salvegera Şorişa Îlonê peyamek pêşkeş kir ev jî deqa wê peyamê ye.

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Mezina Eylûl bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşekî siyasî û civakî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bi hêz ji bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê danî.

Li şoreşa Eylûlê da Pêşmerge, kadîr, mamosta, xwendekar, jin û hemû çînên civaka Kurdistanî ji netewe û olên cûda cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi pêkve û ji bo yek armanca pîroza neteweyî û niştimanî xebatê kirin û dîrok û serweriyê tomar kirin. Ew destkeft û azadiya niha heye berhem û berdewamiya qûrbanîdan û têkoşîna zarok û gedeyên gelê meye li şoreşa Eylûlê da. Her li vê şoreşê da bû ku îrade û xweragirî û evîna niştiman li nav rêzên gelê me ewqas bihêz bû ku herdem dijminê pirçek li beranber da dişikiya û cara dawî wê îradeya dijmin anî ser masaya danustandinê.

Şoreşa Mezina Eylûl hem bi dijî sîtemkariyê bû, hem jî pêgihandina mirovên Kurdistanê, ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê mafênp xwe binasê û bihaya bilinda mirovane û Kurdperwerane li nav xelk û kadîr û Pêşmerge da dirust bibê. Bi cûreyek ku li beranber dijmin da jî bi tenê ji bo carek jî, şoreş dest ji bo kirdareke nebir ku nakok bê li gel biha û yasayên ceng.

Wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimînê û bibin çira û rênîşandera paşaroja me û nifşên paşarojê.

Li salvegera pencih û heşt saliya hilpêkirina şoreşa Eylûlê da, pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehreman û wan têkoşeran heye ku li şoreşa Eylûlê da rola xwe hebûye û ked û xebatê kirine qurbaniyê dane, çi ewên li nav me da nemane û çi jî ewên ku hê jî li jiyanê da mane. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî
10 ê Eylûla 2019