PAK û PSK li gel çavdêr û lêkolîneran rewşa bakur dinirxîne

Li Diyarbekirê bi organîzatoriya Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK û beşdariya çavdêrên siyasî û lêkolînerên Kurd derbarê rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê de civînek hat li darxistin. Di civînê de rexne li hêz û hereketên Kurd ên Bakurê Kurdistanê hatin kirin ku ji hev belav bû ne û nikarin di nava civakê de bibin xwedî deng û ji bo vê pirsgirêkê jî rêyên çareseriyê hatin pêşniyarkirin.

K24- Amed

Li Diyarbekirê bi organîzatoriya Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK û beşdariya çavdêrên siyasî û lêkolînerên Kurd derbarê rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê de civînek hat li darxistin. Di civînê de rexne li hêz û hereketên Kurd ên Bakurê Kurdistanê hatin kirin ku ji hev belav bû ne û nikarin di nava civakê de bibin xwedî deng û ji bo vê pirsgirêkê jî rêyên çareseriyê hatin pêşniyarkirin.

Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK li Diyarbekirê li gel çavdêrên siyasî, nivîskar û siyasetmedarên Kurd civînek bo nirxandina rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê li dar xistin. Di civînê de bo Serûberkirina Tevgera Neteweyî ya Kurd nêrîn û pêşniyarên aliyan hatin pêşkêşkirin. Siyasetmedaran amaje kirin ku divê êdî aliyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bi awayeke ciddî nêzîkî pirsgirêka jihevbelavbûnê bibin. Serokê Giştî Yê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê Mûstafa Ozçelîk anî zimên ku êdî dem hatiye hêzên Kurd di zemîneke hevpar de bigihîjin hev.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê, got:"Em dibêjin ew kes, dor û ber û partiyên fikra wan û bernameya wan yek bin û nêzî hev bin divê di nav partiyekê de cih bigirin. Heyf û luks e ku em hevqas belav bûne. Eger bername, fikir û siyaseta me ji hev cuda bin rêya tifaqê jî heye. Eger em nekarin tifaqê bikin em dikarin di nava diyalogê de bin. Eger em nekarin nava diyalogê de bin qet nebe bila em dijminatiya hev nekin."

Di civînê de rexne li hêz û partiyên Kurdistanî jî hat kirin ku nekarîne li Bakurê Kurdistanê bi awayeke şênber û bibandor cih bidin jin û xortan. Yek ji beşdarên civînê Parlementerê Semsûrê yê Berê yê Partiya Kedê Ya Gel HEPê Mahmut Kilinç di wê baweriyê de ye ku hêzên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê divê li gorî pêdivî û daxwazên civakê projeyan bidin ber xwe.

Mahmut Kilinç, parlementerê Semsûrê yê berê ji HEPê, dibêje:"Rewşa civaka me û rewşa daxwazên me ne wek hev in. Civaka me tiştekî din dixwaze em tiştekî din dibêjin. Ji ber vê yeke jî em marjinal dimînin. Partiyên derveyî HDPê hemu marjinal dimînin."

Di civîna ku 60 kes hatibûn vexwendin de yek ji nêrînên ku derketî pêş ew bu divê bereyeke Kurdistanî ya xurt li Bakurê Kurdistanê ava bibe da ku dema Kurd ji polîtîkayên HDPê nerazî bin ji dêvla ku dengên xwe bidin partiyên wek Ak Partî û CHPê berê xwe bidin hêzên Kurdistanî. Ev yek jî dê xelkê Bakurê Kurdistanê bê alternatif nehêle.