Revandin û kuştina Efrîniyan berdewam e û cîhan bêdeng e

Salek bi ser şehîdkirina Cîgirê Serokê Encûmena Şiyê ya Sivîl Ehmed Şêxo re derbas dibe û hîna zincîreya revandin, eşkencedan û kuştina welatiyên Efrînê berdewam e û rewşa ewlehiya Efrînê roj bi roj xiraptir dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Salek bi ser şehîdkirina Cîgirê Serokê Encûmena Şiyê ya Sivîl Ehmed Şêxo re derbas dibe û hîna zincîreya revandin, eşkencedan û kuştina welatiyên Efrînê berdewam e û rewşa ewlehiya Efrînê roj bi roj xiraptir dibe û cîhan û rêxistinên navdewletî bêdeng in.

Roja 7ê Hezîrana 2018an grûpa çekdar bi navê El-Emşat bi ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a Şiyê û Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye – (PDKS) Ehmed Mihemed Şêxo de girt û ew revandin. Piştî 5 rojan ji lêdan û eşkenceyê ew berdan, lê ji ber birînên wî yên giran roja 12ê Hezîranê canê xwe jidest da.

Ehmed Mihemed Şêxo 55 salî bû û bavê 3 zarokan bû û bi sedema ku wî hewl dida rêgiriyê li riftar û binpêkirinên grûpên çekdar ên li navçeya Şiyê bigire, ji aliyê grûpa Emşat ve hat revandin û heta bi kuştinê hat eşkencedan.

Piştî kuştina Ehmed Şêxo jî, çendîn bûyerên din ên kuştina di bin eşkenceyê de, yan bi berdana guleyên rasterast li ser welatiyên Efrînê de rû dan. Ew bûyer û tawanên bûne jî ji aliyê çalakvanên Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, Navenda Medyayî ya Efrînê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan û hin rêxistinên din ên belgekirina binpêkirin û tawanên li Efrînê dibin, hatine tomarkirin û belgekirin. Ji wan jî:

Roja 2ê Tîrmeha 2018an welatiyê 60 salî yê bi navê Mihemed Îbiş Naso ê ji gundê Hec Hesna ji aliyê grûpeke çekdar ve hate revandin û piştî rojekê ji eşkenceyê, wê grûpê termê wî radestî malbata wî kir.   

Roja 12ê Tîrmeha 2018an, grûpeke çekdaran kalemêrê bi navê Hemdî Ebdo yê 70 salî û hevjîna wî Sultanê Nasiro Xelîl ya 60 salî yên ji gundê Beradê ya navçeya Şêrewa revandibûn û piştre Sultanê kuştibûn. Piştî çend rojan xelkê gundê Beradê termê Hemdî Ebdo 200 Metroyî li başûrê gund dîtin ku destek û lingekî wî hatibûn birîn û bi awayekî hovane bi keviran hatibû kuştin.

Roja 14ê Tîrmeha 2018an grûpa Ehrar El-Şerqiye avêtibûn ser mala welatiyê Kurd Samî Hec Xelîl li bajarokê Cindirêsî û zêr û pereyên wî dizîn û ew û biryarê wî Îbrahîm Hec Xelîl revandin û eşkence dan. Lê ji ber eşkenceya hovane nexweşxaneyên Efrîn û Ezazê nekarîbûn ti çareseriyê li Samî Hec Xelîl bikin û ji ber birînên xwe canê xwe jidest da.

Samî Hec Xelîl yê 40 salî ji gundê Hec Hesna bû û li bajarokê Cindirêsê rûniştibû û bavê 4 zarokan bû.

Roja 24 . 8. 2018 grûpa Fetih welatiyê bi navê Seîd Teter yê (53 salî) yê ji gundê Ereba yê navçeya Mabeta revand, lê rewşa wî ya tenduristî ji ber lêdan û eşkenceyê xirab bûbû, loma çekdaran ew berdan. Seîd Teter bo nexweşxaneyeke bajarê Kilîsê yê Tirkiyê ve hat veguhestin û piştî 2 rojan li wir canê xwe ji dest da.

Li gundê Birc Ebdalo ya navçeya Şîrewa, şeva 8ê Mijdara 2018an grûpa El Hemzat avêtibû ser mala Nezmî Sîdo Mihemed (60 salî) ku ew û hevjîna wî Fatime Osman (50 salî) û diya wî Ayşe Henan (80 salî) li malê bûn, piştî ku ew her sê girê dan, kîs xistin serê wan û pere û zêrên di malê de diziyan. Lê ji encama girêdan û xistina kîs di serê pîrejina 80 salî Ayşe Henan de, ba li ser wê qut bû ew hat xeniqandin.

Roja 10ê Sibata 2019an li navçeya Mabeta dema kalemêrê 80 salî Elî Qelender miyên xwe li nava zeviyê xwe diçêrand, Kurê çekdarekî ji grûpa Cebhe El-Şamiyê guleyek rasterast berda ser Elî Qelender û ew bi giranî birîndar kir û piştî rojekê wê li nexweşxaneyekê Tirkiyê canê xwe jidest da.

Grûpa Cebhe El Şamiyê welatiyê bi navê Neşet Silêman yê ji gundê Mîrka yê Mabeta li rêbendekê rawestandin û rasterast gule bi ser wî de berdan, di encamê ew bi giranî birîndan bû û roja 3ê Çileya 2019an li nexweşxanê canê xwe jidest da.

Xortê 23 salî Mihemed Emîn Hesen ku ji aliyê grûpa El Hemzata ve hatibû revandin, piştî 6 mehan ji lêdan û eşkenceya di girtîgehê wê grûpê de, roja 5ê Çileya 2019an canê xwe jidest.

Xortê 27 salî Ebdo Îbrahîm yê ji gundê Kaxurê roja 16ê Adara 2019an de ligel hejmarek kes ji aliyê grûpa Sultan Silêman Şah hatibûn revandin. Hevalên wî yên pê re hatibûn revandin dan zanîn, Ebdo Îbrahîm di bin eşkenceyê de hat kuştin û wê grûpê termî wî di girtîgehê de veşart.

Welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê berî nêzîkî salekê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin û berdan, lê ji ber eşkenceya tund li wî hatibû kirin, di serê xwe de birîndar bûbû û li nexweşxaneyek Stenbolê dihat dermankirin, lê ji ber ku birînên wî kûr bûn, roja 16ê Gulana 2019an de canê xwe jidest da.

Roja 13ê Gulanê 3 welatiyên Efrînê Şerefedîn Sîdo, Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl dema ji Cindirêsê diçûn Ezazê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin û wê grûpê vîdyoya eşkencedana kesekî ji wan belav kirin, piştî hefteyekê jî termê Reşîd Hemîd Xelîl kuştî hate dîtin û heta niha çarenivîsa her duyên din ne diyar e û tê gûmankirin ew jî di bin eşkenceyê de hatibin kuştin.

Herî dawî jî, roja 8ê vê mehê du xortên Kurd ên ji gundê Şêx Êmo Ebdilrehman Bilal Şêx Ehmed û Henan Henan Husên dema ji Efrînê diçûn bazara navçeya Raco, li deşta Kitix ji aliyê grûpeke ve bi gulayan hatibûn kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ji bilî dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û bicihkirina plana guhartina demografiya Efrînê, bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin û eşkencedan. Çalakvanên Efrînê jî dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji encamdana van tawanan ew e, xelkê Efrînê neçar bibe dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin. Li hember van tawanan jî welatên cîhanê, rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî bêdeng e.