Tirkiye baregehên PKKê li Qendîl û Xakûrkê bombebaran dike

Firokeyên artêşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê li Qendîl, Xakûrk, Avaşîn û Basyanê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên artêşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê li Qendîl, Xakûrk, Avaşîn û Basyanê bombebaran kirin.

Operasyonên esmanî yên Arteşa Tirkiyê yên li dijî bingehên PKKê yên li nav sînorên Başûrê Kurdistanê û Îraqê ev çend roj in bênavber berdewam dike.

Di derbarê operasyona îro de Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, firokeyên wan ên şerî bingehên PKKê yên li Qendîl, Xakûrk, Avaşîn û Basyanê bombebaran kirine û di encamê de 12 bingehên PKKê têk dane.

Serokerkaniya Tirkiyê tekez kir jî, dê şerê wan a li dijî PKKê jî bibirayarî berdewam bike.

Heta niha PKKê di derbarê operasyona dawî de ti daxuyanî nedane.

Di çend rojên derbasbûyî de, berpirsên Tirkiyê li gel nêzîkbûna dema helbijartinan, gefên xwe bi encamdana êrîşekê li ser Qendîl, Şingal û Kampa Mexmûrê zêde kirine.

 

S. B