Efrîn: Bi 3 hezar dolaran girtiyek Kurd hate serbest berdan

Piştî dayîna 3 hezar dolarên Amerîkî, Çekdarên Artêşa Azad nûjdarek Kurd li Efrînê serbest berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî dayîna 3 hezar dolarên Amerîkî, Çekdarên Artêşa Azad nûjdarek Kurd li Efrînê serbest berdan.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, Çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê, nûjdarek Kurd li gundê Ciqalo yê navçeya Şiyê ya gundewarên Efrînê girtin û piştî du rojan ji girtinê û piştî dayîna 3 hezar dolarên Amerîkî serbest berdan.

Rewangehê belav jî kiriye, çekdarên Lîwya El-Mutesim du kes li gundê Gaziyê yê Efrînê bi tohmeta hewla çandina mînekî di otombêla serkirdeyekê wê, girtin e û piştî lêkolînê ew serbest berdan e.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji Adar a sala 2018an ve û heta niha çekdarên Artêşa Azad û Artêşa Tirkiyê bi sedan binpêkirin derheqê welatiyên Efrînê de encam dan e.

 

 

C.B