Sivîlek di gera çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî de şehîd bû

Welatiyekî sivîl yê Rojavayê Kurdistanê li devera Girkê Legê di gera çavdêriyê ya hêzên Rûsî – Tirkî de şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyekî sivîl yê Rojavayê Kurdistanê li devera Girkê Legê di gera çavdêriyê ya hêzên Rûsî – Tirkî de şehîd bû.

Peyamnêrê K24ê ragihand, di çarçove ya rêkeftina Tirkiye û Rûsaya de derbarê bakûrê rojhelatê Sûriyê de, duhî Polîsên Leşkerî yên Rûsye û hêzên Tirkiyê gereke hevbeş a çavdêrîyê li bajarê Girkê Legê li ser hêla sînorî bi Tirkiyê re kirin.

Amaje bi wê jî kir, ew gera çavdêriyê rastî nerazîbûna xelkê deverê hat û welatiyê bi Serxwebûn Bengîn Omer yê ji gundê Til Çeman ket ber zirîpoşeke Tirkiyê û bi giranî birîndar bû, piştre jî canê xwe jidest da.

Her di wê derbarê de, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, welatiyên gundê Sersimaxê yê Dêrikê li pêşiya gera hevbeş a Rûsî – Tirkî nerazîbûn nîşan dan, hêzên Rûsî û Tirkî jî gaza rondikrêj li dijî welatiyan bikar anî û di encamê de 10 welatî birîndar bûn.

Mistefa Balî got jî: Li gor raportan, zirîpoşeke Tirkiyê pêle welatiyekî sivîl kir.

 

 

S. B