Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîra Derveya Swêdê civiya

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê spasî piştgîriya Swêdê ya ji bo Herêma Kurdistanê li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş û hevkariyên miroviyên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Swêd dûpat kir.

K24- Hewlêr

Her li çarçoveya beşdarîkirina li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos, êvariya îro sêşem 21/01/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Ann Linde Wezîra Derveya Swêdê civiya.

Li civînê da peywendiyên Herêma Kurdistan û Swêd, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û çawayiya hevkarîkirina wan, xwepêşandan û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê bi giştî, girîngiya hewla hemû aliyaneya ji bo hêwirkirina aloziyan, metirsiyên terorê û pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê hate nirxandin.

Ji aliyê xwe ve Linde spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê li berengarbûna terorê û têkşikandina Da’îş û parastina pêkhatên olî û neteweyî û hevkarîkirina koçber û penaberan derbirî.