Bi ciwanan re pewendiyên Tirkiye bi Yekitiya Ewrupa re

Li Wanê bi projeyên ku bi piştigiriya Yekitiya Ewrûpayê YE tên birêvebirin, bi hevkariya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Wanê Vantso'yê, çalakyên li ser pirsgirêkên civakî tên lidarxistin. Di bernameyekî de jî, bi ciwanân re, pêwendiyên Tirkiye û YE, nihêrîn û boçûnên li ser wan pêwendiyan û çanda demokrasi û pêkvejiyana, dewlet û neteweyan hat gengeşî kirin.

K24-Wan

Li Wanê bi projeyên ku bi piştigiriya Yekitiya Ewrûpayê YE tên birêvebirin, bi hevkariya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Wanê Vantso'yê, çalakyên li ser pirsgirêkên civakî tên lidarxistin. Di bernameyekî de jî, bi ciwanân re, pêwendiyên Tirkiye û YE, nihêrîn û boçûnên li ser wan pêwendiyan û çanda demokrasi û pêkvejiyana, dewlet û neteweyan hat gengeşî kirin.

Ofîsa Agahdarkirinê ya Yekîtiya Ewrûpayê a Wanê, bi ciwan re, bernameyekî li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê lidarxist û mijarên wek pirsgirêkên navbera herdû aliyan çi ne, koma YE nîşeneya çi nirx û pêşketina ye, pêwistiya herdû aliyan çima bi hev heye, yan jî tune ye hat nirxandin.

Rêvebirê Ofîsa YE yê Wanê, Kerem Orûç, ragihand ku ew bi van projeyan dixwazin ku li ser çareseriyên pirsgirêkan, bi beşên cuda yên civakî re pêwendîdarbin û pêşketinan peyda bikin. Orûç da zanîn ku bernameya îro jî bi awayekî sûdbexş derbasbuye.

Kerem Orûç (rêvebirê Ofîsa YE yê Wanê), got:"Em wek Ofîsa Agahdarkirinê ya Yekitiya Ewrûpayê (YE) li Vantso'ya Wanê, teqrîben 15 sal e hewla zanîn û agahdariyên li ser YE didin. Îro me akademisyenê pêwendiyên navneteweyî ku li ser YE'yê pispor e Erhan Akdemir, bi ciwanên Wanê re anî gel hev. Mijareke ku her tim di rojevê de ye û hem zanîn, hem jî boçûnên ciwanan li ser mijarê girîng e. Îro ev mijar bû, lê emê bi cotkaran re, bi jinan re û beşên cuda yên civakî re, xebatên xwe bidomînin."

Piporê pêwendiyên YE û Tirkiyeyê Erhan Akdemir, beriya ku gengeşî destpê bike, li ser dîrok û raboriya pêwendiyên herdû aliyan ragihandinekî kir û balê kişand ku divê pêwendî, li gor daneyên resmî û ji pêşqebûlan dûr bê nirxandin da ku ji bo aliyan, encamên sûdbexş bên bidestxistin.

Akademsiyenê Zaningeha Eskîşehîrê Erhan Akdemir, balê kişand nirxên ku YE xwe li ser sazûman kiriye girîng in û ew hevpeymanî jî piştî, êş û şerên giran derketiye hole. Akdemîr da zanîn ku daxwaza endambûyîna dewletan jî, hewla berhevhatina wan nirxên gerdûnî ne û ew jî li wan welatan, pêwistî dibîne bi sazûmaniya mafên mirovan û demokrasiyê.

Erhan Akdemir (akademisyen- pisporê pêwendiyên navneteweyî), dibêje:"Di gihiştina Yekîtiya Ewrûpayê de, li Tirkiyeyê têgihiştinên xelet hene. Weka ku hemû tişt ji bo endamtiya YE'yê tê kirin, lê divê YE wek nîşane ango berhevhatina nirxên gerdûnî bên dîtin û Tirkiye jî ji bo pêşketinên xwe yên civakî, aborî û siyasî, YE wek nevbegekî bibîne. Pêwistî ji pêşqebûlan dûr, hev gohdarî kirin û gengeşiyan heye, me jî îro wê hewlê da."

Ciwanên beşdar jî, zanîn û boçûnên xwe yên li ser mijarê parvekirin û pirsên ku meraqa bersiva wan dikirin jî, ji gengeşî û nirxandinê re vekirin.