Fox News. Îran tunelek mezin a mûşekî li Sûriye dirust dike!

Kenala Fox News a Amerîkî belavkiriye, Îran mijûlî dirustkirina tunêlek mezin a mûşekî li Sûriyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Kenala Fox News a Amerîkî belavkiriye, Îran mijûlî dirustkirina tunêlek mezin a mûşekî li Sûriyê ye. Ligor zanyariyan, ew tunêl nêzîkî bajarokê Ebukemal li rojhilatê Sûriyê hatiye dirust kirin.

Armanca wan jî ew e, muşek û çekên giran tê de veşêrin.

Ev yek di demeke de ye, ku hefteya borî rojnameya NewYork Times eşkere kiribû, ku Îranê kogehek mezin ya mûşekan li Iraqê dirust kiriye.

Heman demê, welatên Kendavê di civîna xwe li Sûdiye, bal kişandin ser metirsiyên Îranê liser navçeyê û daxwaza rêgirtinê ji Civata Navdewletî kirin.

 

 

 

C.B