Teqîn li Babê, çekdarek kuştî heye

Teqînek li bajarê Babê rû da û di encam de, çekdarek ê ser bi Tirkiyê ve hat kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqînek li bajarê Babê rû da û di encam de, çekdarek ê ser bi Tirkiyê hat kuştin

 Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, îro bombeyek vedayî bi otombêleke veguhestina çek û teqemeniyan a çekdarên grûba Sultan Murad ên ser bi Tirkiyê ve, li bajarê Bab ê bakûrê rojhilatê Helebê teqiya. Di encam de, çekdarek wê grûbê hat kuştin û ziyanên maddî gihiştin cihê teqînê.

Hefteya derbasbuyî jî, teqînek li bajarê Cerablus ê di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên bi ser ve de çêbû bû, di encam de hejmarek çekdar hatibûn kuştin.

 

 

C.B