Ocalan daxwaza bidawîkirina grevên birçîbûnê kir

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di derbarê hevdîtina wan bi Ocalan re îro di konferanseke ronamevaniyê de peyama Ocalan ji raya giştî re ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di derbarê hevdîtina wan bi Ocalan re îro di li Stenbolê di konferanseke ronamevaniyê de peyama Ocalan ji raya giştî re ragihand.

Parêzeran ragihand, Du parêzeran çûbûn Îmraliyê û hevdîtin bi Abdulah Ocalan kir û niha peyama wî derbarê gervên birçîbûnê de radigihînin. Ocalan got, grevên birçîbûnê gihîşt armanca xwe û îdaredeya gelê me nîşan daye, îradeyeke serkeftî ye.

Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 22ê Gulanê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Parêzer Newroz Uysal ragihand, Tecrîda li ser Îmraliyê û Abdulah Ocalan bûye pirsgirêkeke mezin û rê li ber şer û aloziyê li Rojhilata Navîn vekir. Di 20 rojan me du hevdîtinên bi sînor encam dan û van hevdîtinan rê li ber çareseriyê vekir û hêvî çê kirin.

Herwiha peyama Ocalan wiha xwend: Hevalên hêja. Hevalên ku ketine greva birçîbûnê û rojîya mirinê dixwazim hûn çalakiya xwe rawestînin, çalakiya we ku bi min ve girêdayî bû, gihaye armanca xwe. Ez silav û rêzên xwe jı were disînîm.”

Herwiha got: Me roja 6ê Gulanê peyamek ku ji 7 xalan pêk hatibû da raya giştî û xaleke girîng ew ku li Sûriyê û HSD dê çawa tevbigerin, Ocalan di vê derbarê de bîr û nerînên xwe dubare kirin û parêzer Newroz Uysal got: Di nava xaka Sûriyê de pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Sûriyê pêwîst e roleke erênî hebe. Riyên çareseriyê ji bo Sûriyê, Kurd û hemû pêkhateyên din divê li gorî destûra bingehîn bêne tekezkirin.