HDP daxwaz dike Hilbijartinên Şaredariyên Şemzînan û Esendereyê dubare bibe
K24- Hewlêr
HDP daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind dike: Bila Hilbijartinên Şaredariyên Şemzînan û Esendereyê dubare bibe.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi hinceta ko di hilbijartinên bajarokên Şemzînan û Esendereyê de sextekarî çêbûne nerazîbûna awarte dijî encamên hilbijartinê nîşan da û serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind da. HDP daxwaz ji komîsyonê dike ko hilbijartin ji nû ve careke din were kirin.
Di hilbijartina şaredariya Şemzînanê de AK-Partî 154 deng li pêşiya HDPyê serketibû. Li Esendereyê jî AK-Partî 77 deng li pêşiya HDPyê şaredariyê bidestxistibû.