Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Emerê Seyid Elî kir

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran dike û hêvîxwaz e hemahengî û yekrêzîya di navbera aliyan de berdewam be

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran dike û hêvîxwaz e hemahengî û yekrêzîya di navbera aliyan de berdewam be.

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendîyek telefonî de pîrozbahî li Emerê Seyid Elî kir, bi boneya hilbijartina wî - bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran.

Di wê pêwendîya telefonî de, Serokê Hikumetê pîrozbahî li Rêkxerê Giştî û Tevgera Goran kir, bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên wan û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Got jî , hêvîdar in aramî û hemahengîya û yekrêzîya di navbeyna aliyan de berdewam be, di çarçoveya xizmetkirina xelkê Kurdistanê de.

Emerê Seyid Elî - Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, spasiya Serokê Hikumetê kir û piştgîriya Tevgera Goran bo Hikumeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya xizmetkirina welatiyên herêma Kurdistanê de, tekez kir.

 

 

C.B