Hunermendên navdar ên Kurd peyamên Newrozê ragihandin

Kesayetî û hunermendên Kurd ên binavûdeng derbarê xweşî û şadiya Newrozê de û herwiha li ser yekgirtin û yekhelwêstiya Kurdan peyaman didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Kesayetî û hunermendên Kurd ên binavûdeng derbarê xweşî û şadiya Newrozê de û herwiha li ser yekgirtin û yekhelwêstiya Kurdan peyaman didin. Nîgarxêz Ahmet Guneştekîn dibêje; em hêvî dikin ku Newroza îsal bextewariyên Kurdan ji destê Dehaqên modern rizgar bike. Hûnermend Tara Mamedova jî dibêje; Hêvî dikim ev Newroz bibe sedema yekbûn û serfiraziya hemû Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê.

Ligel ku Newroza îsal ne di şertûmercên asayî de tê pîrozkirin jî, ahenga wê wek li her çar parçeyên Kurdistanê, li bajarên rojavayê Tirkiyê jî digel bi hestên germ û coşeke mezin berdewam e. Kesayetî û hunermendên Kurd ên binavûdeng derbarê xweşî û şadiya Newrozê de û herwiha li ser yekgirtin û yekhelwêstiya Kurdan peyaman didin. Yek ji wan jî Nîgarxêzê binavûdeng Ahmet Guneştekîn e ku bo Kurdistan 24ê peyameke taybet radigihîne û hêvî dike ku Newroza îsal bextewariyên Kurdan ji destê Dehaqên modern rizgar bike.

Nîgarxêzê Kurd Ahmet Guneştekîn ji K24ê re wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku Newroza 2019an hêviyên mirovahiyê jîndar bike û bextewariyên Kurdan ji destê Dehaqên modern rizgar bike."

Hunermenda Kurd Tara Mamedova jî ku ji Kurdên Rûsyayê derbarê cûdatiya Newroza îsal de ya ku di rewşeke gelek awarte de derbas dibe dibêje; Newroza îsal ji bo me gelekî girîng û taybet e. Ji ber ku me şerekî mezin, têkoşîneke mezin û dîrokeke gelekî berfireh li pey xwe hiştiye. Hêvî dikim ev Newroz bibe sedema yekbûn û serfiraziya hemû Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê.

Hunermenda Kurd Tara Mamedova ji K24ê re got: "Newroza îsal ji bo me gelekî girîng e gelekî taybet e. Ji ber ku me şerek mezin, têkoşîneke mezin û dîrokeke gelekî berfireh li pey xwe hişt. Beriya hertiştî divê em bibin kulmek, divê ku em bibin yek dil û hemû dilên cemidî û qerisî bihelînin û nerm bikin. Bi rastî bi vî rengî gava ku me karî em aramî û aşitiyê jî di nava xwe de hembêz bikin û bixin hembêz û nav dilê xwe her Kurdek wê çaxê em dê karibin Newroza xwe di nava cîhanê de bi cilûbergên xwe bi çand û hunera xwe, bi awayek azad û serbilindî derkevin pêşberî cîhanê û Newroza xwe pîroz bikin û dilê tevahiya mirovatiyê bihareke bê dawî tê de bidin jiyan kirin."

Newroza ku ji bo Kurdan hem tê wateya hatina biharê û hem jî tê wateya têkoşîna Kawayê Hesinkar yê li dij Dehaqê zilimkar, îsal li Tirkiyê di bin şert û mercên gelek zehmet de tê pîrozkirin. Hêvî û daxwaza hûnermendên Kurd ên binavûdeng jî ew e ku di salên bê de, beyî qedexe, girtin û zordestiyan Kurd bi azadî û serfirazî, cejna xwe ya Newrozê pÎroz bikin û biharê jî bi hemû rengên xwe yên xwezayî hembêz bikin.