Çawîşoglû: Yekîtîya Ewropayê nîve ya wan pereyan nedayîne Tirkiyê

Wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand, Yekîtîya Ewropayê nîve ya wan pereyên ku soz dabû bide Tirkiyê ji bo dosêya penaberan; nedayîne Tirkiyê.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand, Yekîtîya Ewropayê nîve ya wan pereyên ku soz dabû bide Tirkiyê ji bo dosêya  penaberan; nedayîne Tirkiyê.

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglû, di daxuyanîyekê de bo rojnameya Bîld a Elmanî ragehand, Yekîtîya Ewropayê soz dabû 3 milyar Yoro di dawîya sala 2016  û 2018 de, pêşkêşî Tirkiyê bike; lê heya niha ti pere pêşkêş nekirîne.

Bi gotina Çawîşoglû, wan dikarî sînorê xwe li rûyê penaberan vekin daku xwe bighînin Ewropayê çunku  hejmarek  ji xalên rêkeftina di navbera  wan û Yekîtya Ewropayê de, derbarê dosêya penaberan ne hatîne bicî kirin; lê tevî vê yekê jî, ew pabendî xalên rêkeftinê bûn.