Rûsya, rola Serok Barzanî bilind û dîrokî dinirxîn e

Di civînê de Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqa silavên Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rûsya bi Serok Barzanî gihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqa û şanda pê re civiya

 Di civînê de Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa silavên Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rûsya bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekez kirin a l ser pêwendiya dîrokî ya gelê Rûsya û gelê Kurdistanê û rola malbata Barzanî ya li wan pêwendiyan de, Serok Barzanî jî, wekî dostek mezin ê gelê Rûsya wesif kir. Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa pêzanînên xwe jî, ji bo aramî û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li navçeya Rojhilata Navîn hebû û daxwaza welatê xwe, ya ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her dû aliyan de nîşan da.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî spasî Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rûsya kir û herwiha spasî helwesta Hikûmet û kompanyayên Rûsya kir, ku li rojên dijwar û teng da li beranber Herêma Kurdistanê helwestên erênî û bilind nişandan. Serok Barzanî balkişand ser pêwendî û dostatiya kevin a di navbera her dû gelên Kurdistan û Rûsya de û bi pêwîst jî zanî, wan pêwendiyan kûrtir û berfirehtir bikin. Li beşek din ê vê hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe, liser paşeroja gelê Kurd li Sûriye bi Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya gihand û dîtin û pêşniyarên xwe, yên ji bo çareserkirina kêşeya gelê Kurd li Sûriye xiste rû.

Rewşa siyasî û pêşhateyên dawî yên navçeyê û gefa hizra tundî û terorê û metirsiyên bihêzbûn a terorîstên DAIŞ mijarek din ê vê civînê bûn.

 

 

 

C.B