25 zarok û jinên Êzîdî bo Encûmena Şingalê hatin radest kirin

Mala êzîdiyan li herêma Cizîrê 25 zarok û jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mala êzîdiyan li herêma Cizîrê 25 zarok û jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kirin.

Li gorî Encûmena Mala Êzîdiyan dibêje, bi tenê di qonaxa dawî ya oparasyona li dijî DAIŞê de 300 Êzîdî bo Encûmena Şingalê hatin radest kirin û nêzîkî 3 hezar kes jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê Adara bûrî kontrolkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê ragihand.

Di proseya kontrolkirina Baxozê de hejmarek ji Kurdên Êzidî yên ji berî 5 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin û ji bo malbatên wan tên vegerandin.