Jineka Kurd wek yek ji bi bandortirîn jinên Meksîk hat destnîşankirin

Jineka kurd wek yek ji sed jinên bi bandor li welatê Meksîkê hat destnîşankirin. Wêneya Hana Caf li ser bergê govarê hat çapkirin.

K24- Hewlêr

Jineka kurd wek yek ji sed jinên bi bandor li welatê Meksîkê hat destnîşankirin. Wêneya Hana Caf li ser bergê govarê hat çapkirin.

Hana Caf ji bavekê Kurd û dayîkeka Meksîkî ji bajarê Sandîyago ya wîlayeta Kalîfornîya li Emerîka ji dayîk bûye.

Hana wek yek ji sîyasetavanên xuya yên welatê Meksîkê dihêt hejamrkirin. Xwedîya rêkxistîya Caf Fawidêşin e, ku teyabete bi xwîndin û karên xêrxazî.

Li sala 2013yê Hana Caf mezintirîn Fîstîvala Kurdî li Meksîkê li darxist, ku çar rojan vekêşa û zêdetir ji 80 hezar kesan pişikdarî têde kirin.

 Di demên bûrî de çend caran serdana Kurdistanê kirîye û berdewam serdana kempên penaberên Kurd kirîye li Kurdistanê.