Saziyên civaka sivîl li pêş nivîsgehên NY xwe pêşan didin

Rêxistin û saziyên civaka sivîl û yên mafên mirovan ku dixwazin nûnerên Kurdan jî di komîta nivîsandina destûreke nû ji Sûriya paşerojê re beşdar bin, li hin welatên Ewropayê dê mangirtin û xwepêşandanan li pêş nivîsgehên Netewên Yekgirtî lidar bixin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl û yên mafên mirovan ku dixwazin nûnerên Kurdan jî di komîta nivîsandina destûreke nû ji Sûriya paşerojê re beşdar bin, li hin welatên Ewropayê dê mangirtin û xwepêşandanan li pêş nivîsgehên Netewên Yekgirtî lidar bixin. Tevlî ku di riya ENKSê re 2 nûnerên Kurd di komîta navhatî de hene jî, lê saziyên civaka sivîl dibêjin, pêwist e nûnerên wan jî di wê komîtê de hebin.

Derbarê nivîsandina destûreke nû ji Sûriya paşerojê re, hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl û yên mafên mirovan, bi armanca ku nûnerên Kurda di komîta nivîsandina destûra Sûriya paşerojê de beşdar bin, pêşbîn e mangirtinan li hin welatên Ewropayê li pêş avahiyên Netewên Yekgirtî li dar bixin. Li gorî wan saziyan pêwist e nûnerên civaka sivîl di komîta navhatî de hebin da ku çavdêriya piroseya nivîsandina destûrê bikin û ji aliyekî din ve jî mafê hemû pêkhateyan û di nav wan de gelê kurd li Sûriyê biparêzin.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekez dike ku nûnerên wan di komîta nivîsandina destûrê de ji du aliyan ve beşdar in, endamek ji koda Îtîlafê ku ENKSê endameke wê ye û yek jî bi navê ENKSê wekî aliyekî serbixwe di opozosyonê de.

Herweha berpirsên ENKSê dibêjin jî ku beşdariya saziyên mafên mirovan dê alîkar bin bi nûnerên wan di komîta nivîsandina destûrê de.

Di meha Çileya sala bûrî de û di kongirê Sochi de biryara damezrandina komîteke taybet ji bo danîna destûreke nû ji Sûriya paşerojê re hate standin. Komîta navhatî dê di bin sîwana Netewên Yekgirtî de li ser bingeha biryara 2254  karê xwe birêve bibe.

Tê zanîn jî ku şanda rêjîma Sûriyê di despêkê de nerazîbûna xwe ji vê komîtê re nîşan da, lê dibin fişara Rûsiyê de lîsta nûnerên xwe ji Şanderê Navdewletî Sttafan De Mistura re şandin.