“Bexda bi şandina 450 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe”

Endamê Komîta Darayî di Parlemana Iraqê Ehmed Sefer aşkere dike, ta pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê, Hikûmeta Iraqê di şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Darayî di Parlemana Iraqê Ehmed Sefer aşkere dike, ta pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê, Hikûmeta Iraqê di şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Ehmed Sefer ji K24ê re ragihand, rêkeftina petrolê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, ta pesendkirina projeyasaya budceyê, Hikûmeta Iraqê di şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Tekez kir, Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê li ser wê rêkeftine, Herêm rojane 250 hezar bermîl bi riya kompanyaya SOMO bişîne Bexdayê. Li hemberê jî, Hikûmeta Iraqê budceya temem a Herêma Kurdistanê bişîne Herêmê.

Diyar kir jî, ev rêkeftin hatiye îmzekirin, lê ta niha li Parlemana Iraqê nehatiye pesendkirin, her dema ev proje di nava projeyasaya giştî ya Iraqê de bê pesendikirin û bû yasa, dikeve warê bicihkirinê û Hikûmeta Herêmê wê demê pabend dibe bi şandina 250 hezar bermîl petrol rojane bo Bexdayê.

Amaje bi wê jî da, li gor budceya sala 2019an, Hikûmeta Iraqê pabend e bi şandina mûçeyên fermanberan 450 milyar Dînar mehane bo Herêma Kurdistanê.

 

 

S. B