Mensûr Selûm: Dîmeşq dixwaze bi rêya serbazî peyamên siyasî bide

Mensûr Selûm, Hevserokê federalizma bakur û rojhilatê Sûriye got: Rêkeftinek di navbera me û hikumeta Suriyê de hebû ku hêza xwe li ser sinûr belav bike bo paraztina sivîlan. Ev rêkeftin tenê rêkeftineke serbazî rût bû; lê ew hêz bi erkê xwe nerabû û em neparaztîn û êrişên dijminên me nerawetandin.

K24- Hewlêr

Derbarê rêkeftina, ku di navbeyna Hêzên Suriya Demokrat HSDyê û artêşa Sûriyê de hatiye encam dan, Hevserokê federalizma bakur û rojhilatê Sûriye,  Mensûr Selûm bi Kurdistan24 re ragihand, ku ev rêkeftin tenê serbazî ye lê artêşa Sûriyê bi erkê xwe ne rabû. Got jî, rêjima Sûriyê dixwaze, bi rêya belavkirina serbazên xwe, nameyên siyasî bişîn e.

Mensûr Selûm, Hevserokê federalizma bakur û rojhilatê Sûriye got: Rêkeftinek di navbera me û hikumeta Suriyê de hebû ku hêza xwe li ser  sinûr belav bike bo paraztina sivîlan. Ev rêkeftin tenê rêkeftineke serbazî rût bû; lê ew hêz bi erkê xwe nerabû û em neparaztîn û êrişên dijminên me nerawetandin.

Di dirêjahîya axivtinên xwe de got: Ev yek wê watayê digehîne ku hikumetê suriyê mebesta sîyasî heye ji evê belavkirina serbazî li wan deveran.

Herweha tekez kir, ku herçend artêşa Suriyê bo rawestandina êrişên Tirkiyê hatibû, lê erkê xwe cîbicînekir û gelek caran dema şer gerim dibû, artêşa Sûriyê xwe ji enîyên Şer vedikişandin û em bi tenê dihiştîn daku bibîn qurbanî.