Rawêjkarê Rûhanî: Îran wek Îraq û Lubnanê nîye

Husamedîn Aşna, rawêjkarê Hesen Rûhanî, serokê Komara Îranê, derbarê xwenîşandanên welatê xwe ragehand: Îran ne wek Îraq û Lubnanê ye.

K24- Hewlêr

Husamedîn Aşna, rawêjkarê Hesen Rûhanî, serokê Komara Îranê, derbarê xwenîşandanên welatê xwe ragehand: Îran ne wek Îraq û Lubnanê ye.

Rawêkjkarê Rûhanî, di hejmarteya xwe Tiwîterê de nivîsîye: Îran wek Îraq û Lubnanê nîye, balyozxaneya Emerîka çendîn salin li Tehranê hatîye daxistin û rê nadîn dezgehên mêdyayî yên kirêgirtîyên wan çarenivîsa me dîyar bikin.

Gotîye jî: Hinek kes di navxwe û derveyê welat de, evê carê şaşîyeke sitratîcî kirîne.

Herweha dibêje: Em îranî rê nadîn dezgehên ragehandinên kirêgirtî yên Emerîkayê biryarê li ser çarenivîsa me bidin.

Dû rojin, li dijî giranbûna behayê Benzînê, li piranîya bajarên Îranê xwenîşandan destpêkirîne, li gor amarên na fermî jî heya niha zêdetir ji 10 xwenîşander hatîne kuştin, lê heya niha ev amar nehatîye piştrastkirin.

Êvarîya roja Pêncşembî ya burî, kompaniya ya nîştîmanîya Îranê ragehand, behayê benzînê 3 car zêdetr ji berê dihêt giran kirin, ev jî bû sedema wê yekê ku xwenîşandanan bi dûv xwe re bihîne.