Hişyarî derbarê lîstikên li ser mafên Kurd tên dayîn

Piştî navên lîsteya danîna destûreke nû ji Sûriya paşerojê re hatine eşkerekirin, tevlî ku hin nûnerên Kurdan di lîsteya opozîsyonê û ya Netewên Yekgirtî de jî hene, lê hin çavdêr dibînin ku metirsî heye lîstok çê bibin û mafê gelê Kurd di destûra paşerojê Sûriyê de winda bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî navên lîsteya danîna destûreke nû ji Sûriya paşerojê re hatine eşkerekirin, tevlî ku hin nûnerên Kurdan di lîsteya opozîsyonê û ya Netewên Yekgirtî de jî hene, lê hin çavdêr dibînin ku metirsî heye lîstok çê bibin û mafê gelê Kurd di destûra paşerojê Sûriyê de winda bibe.

Di 27 cotmeha sala bûrî de û di encama civîneke çaralî de di navbera Rûsiya,Tirkiye, Almanya û Fransayê de li bajarê Stenbolê biryara damezrandina komîteyeke danîna Destûreke nû ji Sûriyê re hate dayîn. Niha û piştî gelek danûstandinan, navên endamên komîteya navhatî hatine eşkerekirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku beşeke ji Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye dibîne ku pêwist e nûnerên Kurd çi ji alî opozîsyonê ve bin û çi yên serbixwe bin tekeziyê li ser çespandina mafê gelê Kurd di destûra Sûriya paşerojê de bikin.

Endamê Komîteya Yasayî ya ENKSê Ridwan Seydo ji K24ê re got: “Emê tekeziyê li ser cîbicîkirina mafê gelê Kurd bikin, ku Sûriyayeke pirnetew bi navê koma Sûriyê bê damezrandin. Herweha emê tekeziyê li ser peymanên di navbera ENKSê û opozosyonê de hatine îmzekirin bikin, ku Sûriyayeke federal, demokratîk û pirnetew bê avakirin.”

Hin mafnas metirsiyên xwe diyar dikin ku nûnerên Kurd di komîteya destûrê de, di navbera helwesta rêjîmê û hin dengên nijadperest di opozîsyonê de winda bibin, çimkî rêjim rijd e ku destûra sala 2012an biçesipîne û tenê çend guhertinan pêk bîne. Ji aliyekî din ve jî destdirêjahiya Îran û Rûsiyê ku herdu piştgiriya rêjîmê dikin, eger e bandora xwe li danîna destûra nû bike.

Parêzer Mehmûd Umer ji K24ê re got: “Ta niha ti lihevhatinên siyasî çê nebûne û ti erêkirin li ser çareseriya kirîza Sûriyê jî nehatiye kirin. Herweha ew vîna navdewletî yan herêmî û navxweyî jî nehatiye xuyanîkirin, loma eger e damezrandina komîta destûrî leystokek be ji bo dirêjkirina krîza Sûriyê û bê guman dê li ser êş û nexweşiyên gelên Sûriyê be.” 

Li gorî lîsteya navên ji aliyê şanderê navdewletî Geir Pedersen ve belav bûye, 150 nav li ser sê lîsteyan hatine dabeşkirin, 50 nav yên rêjîmê, 50 nav yên opozîsyonê ne û 50 nav jî nûnerên rêxistin û saziyên civaka sivîl û yên mafên mirovan ne ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatine pêşinyarkirin.

Tevî ku nûnerên Kurd di lîsteya opozîsyon û Netewên Yekgirtî de jî hene, lê hin çavdêr metirsiyên xwe diyar dikin ku hin lîstok li ser çespandina mafê gelê Kurd çê bibin.