Gorran: Hêvîdarîn PDK di desveanîna armancên nîştîmanî û neteweyî de serkevtî be

Bi bone ya 73 salîya damezrandina Partîya Demokrata Kurdistanê, Bizava Gorranê peyameka Pîrozbahîyê arasteya wê kir.

K24- Hewlêr

Bi bone ya 73 salîya damezrandina Partîya Demokrata Kurdistanê, Bizava Gorranê peyameka Pîrozbahîyê arasteya wê kir.

Di wê peyamê Bizava Gorranê Hatîye: Hêvîdarîn hun serkevtî bin di desveanîna aramncên niştîmanî, neteweyî, desteberkirina aramîyê, yekrêzîya rasteqîne û dûrxistina Kurdistanê ji milmlanêya deverî, nemaze metirsîya şerê naxweyî.

Evn jî deqa wê peyama Bizava Gorranê ye:

Bi bone ya salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê pîrozbahîyeken gerim li heweyên birêz û tevaya endamên PDKyê dikîn û hêvîdarîn serkevtî bin di desveanîna aramncên niştîmanî, neteweyî, desteberkirina aramîyê, yekrêzîya rasteqîne û dûrxistina Kurdistanê ji milmlanêya deverî, nemaze metirsîya şerê naxweyî.

Em b I giring dizanîn Partîya Demokrata Kurdistanê û hemû alîyên din yên Herêma Kurdistanê piştîvanîya perleman, serokatîya Herêmê, hikumet û tevaya sazîyên niştîmanî bikin bo rûbirûbûna gendelîyê û rêvebirina Kurdistanê bi awayeke tendûrist jibona paraztina ser û malên nîştîmanîyan û misogerkirina dad a civakî û jîyan û jîyara wan.

li ser asta Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral jî, bo çareserkirina kirîzan, nemaze jî Kerkûk û deverên arîşe li ser, berpirsînîya hemû alîyên Kurdistanê ye ku bi hev re berdewamîyê bidin xebat û têkoşîna aştîyane bo bidestvehînana mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û asayîkirina rewşa sîyasî, ewlehî û kargêrîya wan deveraqn bi hevkarî û hevahengî li gel hikumeta fedaral û hemû ew alîyên di destûra Îraqê de hatîne.