Li Qamişlo teqîneke bihêz rû da.. Kuştî û birîndar hene

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, teqîneke mezin li Qamişlo rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, teqîneke mezin li Qamişlo rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Teqîn li taxa Munîr Hebîb bi riya otombîleke bombebakirî rû da û hêzên ewlehiyê hewla kontrola rewşê didin.

Li gor daxuyaniyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Cizîrê di encama teqînê de 3 welatiyên sivîl canê xwe jidest dane û 9 kesên din birîndar bûne.

Di wê daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn, hêzên wan karîn şaneyeke nivîstî ya DAIŞê li bajarê Qamişlo desteser bikin.

Diyar kir jî, wê şaneya DAIŞê hevrêzî bi îstixbarata Tirkiyê re dikir û zanyarî derbarê cihên xalên wan didan wan.

.