Wezîrê Bergiriyê yê Amerika: Ji biryara Tirkiyê ya tekalî gelekî nîgeran in

Wezîrê Bergiriyê yê Amerika Mark Esper di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji biryara Tirkiyê ya yekalî ya êrîşê gelekî nîgeran in û Enqere jî ne bi niyaz e êrîşê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriyê yê Amerika Mark Esper di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji biryara Tirkiyê ya yekalî ya êrîşê gelekî nîgeran in û Enqere jî ne bi niyaz e êrîşê rawestîne.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerika ragihand, wî guftûgo bi Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê re kiriye û bi aşkere nîgeraniya xwe gihandiye wî, lê Tirkiye bi bihaneya PKKê êrîşa xwe destpê kiriye û bihaneya wan ew e, ku PKK êrîşî Tirkiyê dike.

Mark Esper ragihand jî, wan bi aliyên Tirkiyê re gotine ku divê ew di êrîşên xwe de sînordar bin.

Tekez kir jî, ta niha leşkerên leşkerên wan li bakurê Sûriyê mane, lê ne li nevçeyên ku şer in û canê wan parastî ne.

Aşkere kir jî, hin ji serkirdeyên DAIŞê yên li cem HSDê girtî ne û li ser Amerîka gef in, wan wergirtine.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerika amaje bi wê kir, pêwendiyên wan bi HSDê re mane û dev ji wan bernedane û ragihand, hesteke nexweş e ku endameke NATO êrîşî ser hevpeymaneke Amerîka di şerê DAIŞê de bike.

 

 

S. B