Parêzgariyê navê Şaredariya Dêrsimê nepejirand

Parêzgariya (Dersimê) bi navê tirkî Tunceli, biryara şaredariya Dersimê, ya ku tabelaya Tunceli ji ser avahiya şaredariyê rakir û ya Şaredariya Dêrsim danî, ragirt

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya (Dersimê) bi navê tirkî Tunceli, biryara şaredariya Dersimê, ya ku tabelaya Tunceli ji ser avahiya şaredariyê rakir û ya Şaredariya Dêrsim danî, ragirt.

Parêzgariya Tuncelî destnîşan kir, ku karê şarêdariyê kirî ne yasayî ye û dive dîsa tabelaya Şaredariya Tuncelî bête danîn.

Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu, duhî biryara Encûmena Şaredariya Dêrsimê ragihandibû, ku liser daxwaza Encûmenê û gelê Dersimê biryara daleqandina tabelaya Şaredariya Dêrsimê hatiye dan, lê biryara dawî di destê parêzgariyê de ye.

 

 

 

C.B