Barham Salih ji aliyên Iraqî dixwaze xwe yekalî bikin

Serokomarê 'Iraqê nameyek arasteyî fraksîyonên Parlementoya Iraqê dike û daxwaz ji wan dike, kandîdê Serokê Hikumetê yekalî bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê 'Iraqê nameyek arasteyî fraksîyonên Parlementoya Iraqê dike û daxwaz ji wan dike, kandîdê Serokê Hikumetê yekalî bikin.

Barham Salih di nameyekê de ragihandîye, ji dem a ku Adil Ebdulmehdî dest jikar vekşandîye, çendîn gotûbêjên siyasî ji bo danîna kesekî bo Serokatiya Hikumetê hatine kirin, lê bi mixabinî ve, jiber nakokiyên siyasî, heta niha gotûbêj nebûn e sedemê destnîşankirina kandîdekî ji bo Serokatiya Civata Wezîran, ku di asta pêwîstiyên rewşê de be.

Di nameya xwe de, Serokomarê Iraqê daxwaz ji fraksîyonên Parlementoya Iraqê dike û radighîne, pêwîst e gotûbêjek siyasî avakar were kirin, di çarçoveya yekalîkirin a kandîdekî ji bo Serokatîkirin a Civata Wezîran, ku dawî dem 1ê Sibatê ye. Ger ev kar jî neyê kirin, dê ligor desthilatên destûrî, kesek meqbul ji aliyê cemawerî ve, bo vê erkê rabispêr e. Herweha Serokomar, tekezî li wê yekê kirîye, ku daxwazên xwepêşanderan nema tên paşxistin û ew li benda gihiştina yasaya hilbjartinan dike,  da ku  bipejirîn e.

 

 

C.B