Dayika dîl a DAIŞ û 2 zarokên wê hatin rizgarkirin

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî yên Dîl ên di destê DAIŞê de, ku navenda xwe li Dihokê ye ragihand, dayikek û 2 zarokên wê ji destê DAIŞê hatine raizgarkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî yên Dîl ên di destê DAIŞê de, ku navenda xwe li Dihokê ye ragihand, dayikek û 2 zarokên wê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Berpirsiyarê Ofîsê Husên Kaidî diyarkir, ku dayikek û 2 zarokên wê yên ku ji gundê Herdan a girêdayî Şingalê berî 4 salan hatî revandin, hatine rizgarkirin.

Dayika hatî revandin, navê wê M. B. H (25 salî) û navên zarokên wê jî: M û M in.

Kaidî herweha anî ziman, ku xebatek mezin jib o rizgarkirina M.B.H û zarokên wê hatiye dan û di encam de, ew hatine rizgarkirin.

Kaidî berdewamiya xebatên Ofîsê ragihand û got ku Serokwezîriya herêma Kurdistanê alîkarê sereke ya xebata wan e.

 

 

C.B