PDK ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê Komisyonek damezrand

Serokê Konseya Serokatiya Kerkûk-Germiyan ê PDK Kemal Kerkûkî liser xebat û nexşerêya Komisyonê daxûniyek da K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê Komisyonek damezrand.

Serokê Konseya Serokatiya Kerkûk-Germiyan ê PDK Kemal Kerkûkî liser xebat û nexşerêya Komisyonê daxûniyek da K24.

Kerkûkî anî ziman, ku Ew bi xwe serokatiya vê Komisyonê dike û erkê wan bê cudahiya tu aliyan normalkirina rewşa Kerkûkê û peydakirina rêyên çareseriyê ji bo xelkê Kerkûkê ye.

Kemal Kerkûkî herweha diyarkir, ku Komisyon liser rênimayiya Serok Barzanî hatiye dirustkirin û liser rewşa Kerkûkê ew dê digel nûnerên Neteweyên Yekgirtî di  pêwendiyê de bin.

Yek ji xebatên lipêş Komisyonê dê kar ji bo derxistina hêzên Heşda Şabî û Artêşa Iraqê derveyî navenda Kerkûkê be û dê xebatê bikin, ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li derdora Kerkûkê bên bicîhkirin.

Kerkûkî got, ku parastina bajêr dive ji alî hêzên xwecihî ve bê pêkanîn, herweha vegera endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê, vegera Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmeddin Kerîm ser erkê xwe û di hilbijartinê pêş ên parêzgariya Kerkûkê, û jiber hestyariya rewşê divê Parêzgarek bêalî bê hilbijartin.

 

 

C.B