Amerika xelat ji bo girtina serokên PKK danî

Yekem car e ku, Amerika xelatê ji bo agahdariyên ku dikarin bibin egera girtina birêvebirên PKK dideyne

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor malpera Sputnik a Rûsî, di çarçoveya “Xelat ji bo Dadê” de Amerika xelata 5 milyon dolar agahdariya ku dikare bibe sedema girtina Murat Karayilan, 4 milyon dolar ji bo Cemil Bayik û 3 milyon dolar ji bo Duran Kalkan xelat a pereyan destnîşan kir.

Yekem car e ku, Amerika xelatê ji bo agahdariyên ku dikarin bibin egera girtina birêvebirên PKK dideyne.

Agahdarî herweha di malpera Balyozxaneya Amerika ya Tirkiye de hatiye bicîhkirin, ku Amerika xelat ji bo agahdariyên ku dikarin bibin egera girtina serokên PKK daniye.

Biryar di dema seredana Cîgirê Şêwirmendê Wezareta derve ya Amerikayê Matthew Palmer ya Enqereyê de hatiye girtin û Palmer 2 rojan piştî vê seredana xwe ev agahdarî ragihand.

Ev yek di demekê de ye ku, Tirkiye Keşeyê Amerika Brunson serbest berda, heman demê pispor diyardikin ku, nêzîkahiyek di navbeyna Amerika û Tirkiye de rû da ye. 

 

C.B