Hevpeymanîya Navdewletî karwaneka nû ji alîkarîyan derbazî Rojavaya Kurdistanê kir
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Navdewletî karwaneka nû ji alîkarîyên serbazî û locistî derbazî Rojavaya Kurdistanê kir.
RIwangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku Hevpeymanîya Navdewletî nêzîkî 75 barhilgir û otombêlên serbazî derbazî navçeyên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)kir .
Li gor Riwangehê ew barhilgir alîkarîyên locistî û kelûpelên serbazî li xwe digirt.
Li 12 vê mehê jî, hevpeymanîyê karwaneka serbazî derbazî navçeyên HSD kiribû ku bêtir ji 50 barhilgran li xwe digirt.