Cêrîmî Hant: Şanişîna Yekgirtî şanazîyê bi wê peywendîya dîrokî dike ku li gel Herêma Kurdistanê heye

Cêrîmî Hant, wezîrê derve yê Birîtanyayê, peyameka pîrozbahîyê arasteya Mesrûr Barzanî kir ku pêkanîna kabîneya nehema hikmeta Herêma Kurdistanê pê re hatîye raspartin.

K24- Hewlêr

Cêrîmî Hant, wezîrê derve yê Birîtanyayê, peyameka pîrozbahîyê arasteya Mesrûr Barzanî kir ku pêkanîna kabîneya nehema hikmeta Herêma Kurdistanê pê re hatîye raspartin.

Hant di peyama xwe ya pîrozbahîyê de ku arsteya Mesrûr Barzanî kirîye, dibêje: Şanişîna Yekgirtî şanazîyê bi wê peywendîya dîrokîya dike ku li gel Herêma Kurdistanê heye û li şerê Daişê piştîvanîya xelkê Îraqê û Kurd kirîye.

Di wê peyamê de, wezîrê derve yê Birîtanyayê tekezê dike li ser karkirinê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê û dibêje: Em pabendîn bi karkirinê li gel we û hikumeta we ji bo avakiina aştîyê, xweşguzeranî, çaksazîya abûrî û hikumeteka bihêz.

Di peyamê de ev jî hetîye: Em piştîvanîya hebûna peywendîyeke baş dikîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de.