Rûsya: Pêşniyaza Almanya ya “herêma ewle” gengeşe dikin

Kremlin radigihîne, ewê pêşniyaza Almanyayê ya avakirina herêma ewle bi çavdêriya navdewletî li bakurê Sûriyê gengeşe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kremlin radigihîne, ewê pêşniyaza Almanyayê ya avakirina herêma ewle bi çavdêriya navdewletî li bakurê Sûriyê gengeşe bikin.

Peyvdarê Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê Dîmitry Peskov ji rojnamevanan re ragihand, ti helwesta Moskoyê derbarê pêşniyaza Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê ya avakirina herêmeke ewle ya navdewletî li bakurê Sûriyê û beşdariya Rûsya û Tirkiyê de nîn e.

Dîmitry Peskov got, ew pêşniyaza Almanyayê, pêşniyazeke nû ye û divê were gengeşekirin.

Duhî Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ragihand, wê bi Şêwirmenda Almanya Angela Merkel re projeyek amade kiriye û dê di civîna NATOyê ya li ser asta wezîrên bergîriyê ya 24 û 25ê vê mehê de pêşkêş.

Diyar kir, projeya wê ew e, herêmeke ewle di bin çavdêriya navdewletî û bi beşdariya Tirkiye û Rûsyayê dibe, armanca wê jî ew e, aloziya heye were kêmkirin.

Herwiha Peyvdarê Koşka Serokatiya Rûsyayê ragihand, tenê hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê rewa ye, ji ber ku ew li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Sûriyê li wî welatî ne.

 

S. B