Parlementoya Tirkiye, derveyî HDP, biryara Senata Amerika şermezar kir

Fraksiyonên Parlementoyê yên Ak Partî, CHP, MHP û IYI Partî daxûyaniya hevbeş vajo kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Tirkiye, biryara Kongress û Senat a Amerika girêdayî nasandina Jenosayda Ermeniyan şermezar kir.

Fraksiyonên parlementoyê yên Ak Partî, CHP, MHP û IYI Partî daxûyaniya hevbeş vajo kirin.

Herçend di medya Tirkiye de hat, ku HDP jî, dinav imzekirina daxûyaniya hevbeş de ye, liser account a xwe ya fermî HDP ragihand, ku daxûyaniya hevbeş vajo nekirin e.

Parlementerê HDP Imam Taşçier ji K24 re diyarkir, ku HDP deng neda ye daxûyaniya hevbeş. Ew bi xwe dengê – red bikar aniye. Medya Tirkiye nerastiyan belav dike!

Duhî Senat a Amerikayê pêşnûmeya nasandina Jenosayda Ermeniyan pesend kiribû.

Desthilata Tirkiye bi tundî ev pesendkirin şermezar kir.

Îro Balyozê Amerika li Enqere jî, vexwend  Wezareta Derve û dilgiraniyên Tirkiye hatin ragihandin.

 

 

 

C.B