Mesrûr Barzanî hêvî xwast Nadya Murad karîna xwe ji bo gihandina azara Êzidiyan bi civaka navdewletî bikar bîne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wergira xelata Nobel a Aştiyê Nadya Murad kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wergirta xelata Nobel a Aştiyê Nadya Murad kir.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî bi boneya wergirtina xelata Nobel a Aştiyê pîrozbahî li Nadya Murad kir û hêvî xwast karînên xwe bikar bîne bo gihandina karesata Êzidiyan bi civaka navnetewî re û dermankirina birînan û dabînkirina xizmetguzarî û avedaniyê bo deverê.

Herwaha nêrînên xwe li ser parastin û rola Êzidiyan wek beşek resen û qutnebûyî ji gelê Kurdistanê di çarçoveya Hikûmeta herêma Kurdistanê bo rêgirtina li dubarebûna bûyerên hevawa xistin rû û amaje bi wê yekê jî kir ku bi alîkariya aliyên fermî yên pêwendîdar, kar dikin bo asayîkirina rewşa Şingalê û vekirina rêyan, ku xizmeteke zêdetir bigehe deverê.

Ji aliyê xwe ve Nadya Murad ji bilî spasiya Mesrûr Barzanî bo ji ber vekirina vê derfetê û bi hewarçûna hikûmeta herêma Kurdistanê û parastin û alîkarbûna Êzidiyan, tekez kir ku hemû hewldanên xwe dê bide bo êş û azara Êzidiyan bi giştî û bi taybet jî keç û jinên ji destê DAIŞê rizgarbûyî bibe pêş civaka navdewletî bo sizadana terorîstên DAIŞê.

 

S. B