Rûsya êrîşek li ser navenda Himêmîm şikand
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê têkşikandina êrîşekê li ser navenda Himêmîm a serbazî ya Rûsî li Laziqiyê ragihand.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, şeva bûrî 3 firokeyên bêfirokvan ber bi navenda Himêmîm a serbazî dihantin, sîstema wan a berevaniya esmanî jî ew ji dûr ve têkşikandin, bêyî ku ti ziyanekê bigihînin wê navendê.
Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” a Sûrî belav kir, rêxistinên terorê firokeyên bêfirokvan ji Idlibê ve arasteyî navenda Himêmîm kiribûn, sîstema berevaniyê jî rûbirûyî wan bûn û ew xistin xwarê.
Hêzên Rûsî navenda Himêmîn a serbazî ya li Laziqiyê ji sala 2015an ve bikar tînin û di çend mehên bûrî de, çend çaran bi firokeyên bêfirokvan hatibû armanckirin.
S. B