Perlemana Kurdistanê: Mûna Qehweçî endama Civata bilinda Rîfrandomê bûye lew..

Piştî ku di hinek mêdyayan de behsa wê yekê hatibûkirin ku Mûna Qehweçî, sekiretêra Perlemana Kurdistanê, serdana Turkîyayê ji wê re hatîye qedexekirin , perlemana Kurdistanê daxuyanîyek belav kir.

K24- Hewlêr

Piştî ku di hinek mêdyayan de behsa wê yekê hatibûkirin ku Mûna Qehweçî, sekiretêra Perlemana Kurdistanê, serdana Turkîyayê ji wê re hatîye qedexekirin , perlemana Kurdistanê daxuyanîyek li ser wê pirsê belav kir.

Di wê daxuyanîyê de hatîye: Em wek perlemana Kurdistanê radigehînîn ku ew nûçe dûre ji rasytîyê û serdan  ji wê nehatîye qedexekirin ji alîyê Herêma Kurdistanê ve . lê Mûna Qehweçî bi xwe nekare serdana Turkîyayê bi egera rola wê di piroseya rifrandomê de û wê tirs ji desthilatdarên Turkyayê heye lew nekare biçe Turkîya.

Herweha aşkera kir, Mûna Qehweçî di dema piroseya rifrandomê de, endma Civata bilinda Rîfrandomê bûye, bi egera wê yekê jî  nekare serdan Turkîya bike nekû serdan jê hatîye qedexekirin.