YSK daxwaza HDPê bo Şaredariya Dihê red dike

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo dubarekirina hilbijartina Şaredariya Dihê ya ser bi Sêrtê ve red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo dubarekirina hilbijartina Şaredariya Dihê ya ser bi Sêrtê ve red kir.

HDPê nerazîbûn li dijî encamên hilbijartina Şaredariya Dihê nîşan da û bi hinceta ku navê 800 dengdêran bi awayek neyasayî hatine tomarkirin, serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind da.

HDP xwest hilbijartin werin dubarekirin, lê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind daxwaza HDP red kir.

Di encama hilbijartina Şaredariya Dihê de namzetê AK-Partiyê Cewher Çîftçî biser ketibû.

 

S. B