Li Efrînê teqînekê rû da û kesekî canê xwe jidest da

Li Efrînê bombeyek di otombîla kesekî de teqiya, di encamê de wî canê xwe jidest da û hevjîna wî jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê bombeyek di otombîla kesekî de teqiya, di encamê de wî canê xwe jidest da û hevjîna wî jî birîndar bû.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, li taxa Vîlat ya Efrînê, bombeyek di otombîla çekdarekî de teqiya, di encamê de wî canê xwe jidest da û hevjîna wî jî birîndar bû.

Da zanîn jî, Polîsa Leşkerî ya li Efrînê gihîşt cihê bûyerê û termê kesê mirî rakirin û jina wî jî birin nexweşxaneyê.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, rewşa ewlehiyê ya Efrînê bi awayekî gelekî xirap têk çûye û çek û teqemenî bi awayekî berfereh di nava Efrînê de belav bûne. Pir caran jî ew çek û teqemenî dibin sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên Efrînê yên sivîl.

 

 

S. B