Xwepêşanderan navê kolana “Xumeynî” li Besrayê guhart

Xwepêşanderên bajarê Besrayê navê kolana “Xumeynî” bi navê “Şehîdên Octeberê” guhat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşanderên bajarê Besrayê navê kolana “Xumeynî” bi navê “Şehîdên Octeberê” guhat û Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza lêkolînê di kuştin û revandina xwepêşanderan de dike.

Xwepêşandanên Bexda û çend bajarên din ên Iraqê berdewan in, di çarçovê de ye jî, xwepêşanderên Besrayê navê kolana “Xumeynî” bi “Şehîdên Octeberê” guhart.

Ligel wê jî, li parêzgeha Besrayê xwendekaran bi gotina durişmên li dijî siyaseta desthilatdaran û destêwedana Îranê, bi berdewamî xwepêşandanan dikin.

Hevdem jî, Rêxistina Lêborîna Navdewletî daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kir, bi berpirsatiya xwe rabe û rênimayên pêwîst bo parastina canê xwepêşanderan bigire ber.

Encûmena Asayişa Navdewletî jî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike, lêkolînê di kuştin û revandina xwepêşanderan de bike.

Li bajarên naverast û başûra Îraqê, ji destpêka meha Cotmeha bûrî ve welatiyan li dijî gendelîyê û nebûna xizmetguzarîyan dest bi xwenîşandanan kirine û ta niha zêdetir ji 450 kesî hatine kuştin.

 

S. B