Şanda Amerîkî bi Erdogan re dicive

Cigîrê Serokê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê îro digel Serokomarê Tirkiyê li ser pirsa êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kom dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê îro digel Serokomarê Tirkiyê li ser pirsa êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kom dibin.

Cigîrê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro serdana Enqerê dikin û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî re dicivin.

Kombûna wan piştî nîvro demjimêr 14:30an de dibe û mijara sereke ya civata wan, pirsa operasyona êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê ye.

Amerîka ji Tirkiyê dixwaze operasyona xwe raweste û bi HSDê danûstandinan bike. Lê hikûmeta Tirkiyeyê vê pêşniyarê red dike û li ser şerê xwe rijd e.

Herwiha Pompe duh gotibû, Erdogan di ber aloziya navçeyê rû dide berpirs e.

Ev hevdîtin piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Trump û Erdogan de tê, ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence aşkere kiribû, Trump daxwaz ji Erdogan kiribû, êrîşa xwe rawestîne û dê wê derbarê de şandekê bişîne danûstandinê di wê derbarê de bike.

 

 

S. B