Xwepêşanderek li başûrê Iraqê hat kuştin û serokê Iraqê wî karî red dike

Fûad Meisûm ji aliyên pêwendîdar xwest, ku rêkarên pêwîst ji bo parastina welatiyan bistînin û daxwazên xwepêşanderan bicî bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Iraqê Fûad Meisûm, ji aliyên emnî û dadwerî xwest ku lêkolîneke bilez di kuştina xwepêşanderekî û birîndarbûna du xwepêşanderên din de bikin, ku bi sedema bêkarî û nebûna av û karebê li parêzgaeha Besra li başûrê Iraqê, xwepêşandanek kiribûn.

Nivîsgeha ragihandinê ya Serokatiya Iraqê, di daxuyaniyekê de, tekez kir ku pêwîst e tevahiya rêkarên yasayî bên stendin û li ser wê bûyerê, lêkolîn li gel aliyên berpirs bê kirin.

Daxuyaniya serokatiyê dibêje: Xwepêşandan û raderbirîn bi awayekî aştiyane û bi çi riyê be, karekî destûrî ye, hevdem bingeheke demokratiyê ye, bi mercê ku dûrî tundiyê be.

Herwiha daxwazê ji aliyên pêwendîdar dike, ku rêkarên pêwîst ji bo parastina welatiyan bistînin û daxwazên xwepêşanderan bicî bikin.

Di daxuyaniyê de jî, Serokatiya Iraqê bikaranîna tundiyê red dike û dibêje: Nabe tundî beramberî xwepêşanderan bê kirin ku bi aştiyane daxwaza mafê xwe dikin.

Duh 8ê Tîrmehê 2018, welatiyên bajarokê Îmam Sadiq yê ser bi parêzgeha Besra ve, li dijî bêkarî û nebûna av û karebê xwepêşandanek kirin, bi sedema teqekirinê ji aliyê hêzên emnî ve, xwepêşanderekî canê xwe jidest da û du xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

N.O