PDK pêkanîna hikûmeta nû guftûgo dike

Biryar e îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî bicive û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî bicive û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din guftûgo bike.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê de, rewşa Herêma Kurdistanê, pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serdana Serok Barzanî bo Bexdayê tên guftûgokirin.

Di wê derbarê de Prlemanterê PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, civîna PDKê bi mebesta guftûgoyên hikûmetê ye, ku şanda danûstandkar bi guftûgoyên ligel aliyên din tê raspardin û reng e hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoyê jî were guftûgokirin.

Di 30î Îlona bûrî de xula pêncemîn a Parlemantoya Kurdistanê hatiye hilbijartin û roja 20ê Cotmehê Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê encamên dawiyê ragihandin, 30î Cotmehê jî Encûmena Dadweriyê li Herêma Kurdistanê encamên hilbijartinê pesend kirin.

PDK di hilbijartinan de partiya yekem bû û 45 kursî bidest anîn, ji ber wê çavê aliyên din li wê ne bo destpêkirina pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

S. B