Balyozê Rûsî: Hevîdar in Kurd û Rejîma Şamê li hevûdu bikin

Balyozê Rûsyayê li Sûriye Aleksander Yefimov diyarkir ku: “Em hêvîdar in hevdîtinên di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat HSD û Rejîma Şamê, bi rêkeftinek erênî bên encam dan”

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Rûsyayê li Sûriye Aleksander Yefimov diyarkir ku: “Em hêvîdar in hevdîtinên di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat HSD û Rejîma Şamê, bi rêkeftinek erênî bên encam dan”.

Ligor Yefimov vekşîna Hêzên Amerika ji rojhilatê Firatê, dê alîkariya yekparçeyiya xaka Sûriye bike.

Balyozê Rûsyayê herweha daxwaza welatê xwe ya rêkeftinekê di navbeyna rejîma Şamî ligel nûnerên Kurd tîne ziman, ku bibe alîkar desthilat li rojhilatê Firatê jî qayim bibe û bibe xwedî kontrol. Ew jî bi nasandina hin daxwazên pêkhateyan.

Rûsya ji aliyek ve wekî navbeynkar di navbeyna MSD û Şamê de de tevdigere, herweha ji bo pêkanîna diyalogê û vejandina Rêkeftina Edeneyê jî, ji sala 1998an a Rejîmên Enqere û Şamê dinav hewldanan de ye.

 

 

C.B