Li Wanê komkujiya Geliyê Zîlan bibîr hat

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Wanê di salvegera komkujiya Geliyê Zîlan de ku bi destê leşkerên Tirk a di sala 1930'an de hatiye kirin, bernameyeke bibîranînê lidar xist.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Wanê di salvegera komkujiya Geliyê Zîlan de ku bi destê leşkerên Tirk a di sala 1930'an de hatiye kirin, bernameyeke bibîranînê lidar xist. Di barnameyê de li ser komkujiyê agahî hatin dayîn û belgefilmê ku li ser komkujiyê hatiye amade kirin hat pênîşandan.

Li Wanê bernameyekî ji bo cangoriyên komkujiya Geliyê Zîlan, li avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hat lidarxistin. Di bernameyê de, bal hat kişandin ku li Geliyê Zîlan jin, zarok û pîr û kal di nav da, ji 15 hezaran zêdetir Kurdên sivîl, bi destê leşkerên Tirk hatine kuştin û birînên wê komkujiyê hêj jî berdewam in.

Nivîskar û Lêkolîner Ziya Avci bal kişand ku piştî şikestinên şoreşên Kurdan, komkujiyên mezin li hember gelê Kurd hatine kirin û Geliyê Zîlan jî wek komkujiyeke encama şoreşa Agirî ye ku bi pêşengiya Nûrî Paşa destpê kiribû. Avci da zanîn ku Serhildanên Şex Saît, Agirî û komkujiya Geliyê Zîlan wek bihev ra girêdayî ne û divê Kurd zêdetir bibin xwedî agahî.

Nivîskarê Lêkolîner Ziya Avci ji K24ê re got: "Di dîroka Kurdan da dema ku Kurd ji dijminên xwe şikestin xwaribin, komkujî çêbûne. Bi taybetî di hemû hereketanda, hereketên sedsala 19 û 20'an da; piştî ku hereket şikestine komkujî çêbûne. Geliyê Zîlan jî yek ji wan e ku piştî di 1930'an da, êdî hereket (hereketa xoybûn, serhildana Agirî) ber bi şikestinê ve diçe û di navbera Tirkiye û Îranê de peymaneke çê dibe ku erd bihev diguhêrin û hereket berbi şikestinê ve diçe û Geliyê Zîlan jî encameke wê şikestinê ye."

Li gor daneyên fermî, li 12 gundên li Geliyê Zîlan ji 15 hezarî zêdetir sivîlên ji jin, zarok û genç û pîr û kalan pêkhatî; bi gulebaran kirin, sotandin û xencerkirinê bi temamî hatine kuştin. Bi tevahî ji 40 gundan jî bi 10 hezaran Kurd hatine surgunkirin.

Serokê Berê yê PAK a şaxa Wanê Fahrettîn Tutuncu jî ragihand ku ew wek partî hewla zêdetir çand û dîroka Kurdan bibîranînê didin, bibîranîna Geliyê Zîlan jî girîng nirxand.

Fahrettîn Tutuncu dibêje: "Min heta îro li tu ciyekî nedît ku li ser Geliyê Zîlan Zîlan wek îro, bernemayekî yan jî bibîranînekî hat lidarxistin, yan jî belgefilm û diyarde hatin nîşandan da ku kesên dixwazin agahdar bibin beşdar bibin."

Gundên Geliyê Zîlan ku hatibûn vala kirin û komkujî lê pêkhatibû, heta sala 1950'an jî bi temamî qedexe mane û piştî wê serdemê jî hin ji gundiyan vegeriyane, lê ji 12 gundên ku hemû gundî hatine kuştin, 7 gund hêj jî qedexe ne û li 5 gundan jî Qirgiz hatine bicîh kirin.