Rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê ji destpka 2020 dikeve warê cîbicîkirinê ve

Wezîrê petrola Îraqê ragehand, em li gel şanda hikumeta Herêma Kurdistanê rêkkevtîne di sala dahatî de rêkkevtin dikeve warê cîbicîkirinê de.

K24- Hewlêr.

Wezîrê petrola Îraqê ragehand, em li gel şanda hikumeta Herêma Kurdistanê rêkkevtîne di sala dahatî de rêkkevtin dikeve warê cîbicîkirinê de.

Samir Xezban, wezîrê petrola Îraqê bi rojname ya Elsebah a nîv fermî ragehandîye, hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê peroşê cîbicîkirina rêkkevtina navebra xwe ne  bo çareserkirina arîşeyên girêdayî petrolê.

Wezîrê petrola Îraqê, got jî: Di  dawîn seredana şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kiroka mijaran li ser piroje budceya 2020 û herweha rêkarên dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê.

Samir Xezban, amaje bi wê yekê jî kirîye, berhînana petrolê gehiştîye nêzîkî 450 hezar Bermîlên rojane û pişkeke mezin ji wê dihêt hinartekirin. Em rêkkevtîne ku ji evê yekê zêdetir nehêt berhemhînan daku bandorê li ser pişka Îraqê neke di rêkkevtina Opikê de.

Hevdem wezîrê Petrola Îraqê, amaje bi wê yekê dike, ji wê yekê bo Herêma Kurdistanê hatîye dîyarkirin, 250 hezar bermîl  bi rêya Bexdayê ve dihêt firotin û ew rêkkevtin di sala dahatî de diçe warê cîbicîkirinê de.