Tirkiye: Sîstema S-400 aktîv dikin

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê dibêje, mekanîzma hevbeş a bi Amerîkayê re, derbarê sîstemên mûşekên S-400 û firokeyên F-35 dest bi kar kiriye û ewê S-400 aktîv bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê dibêje, mekanîzma hevbeş a bi Amerîkayê re, derbarê sîstemên mûşekên S-400 û firokeyên F-35 dest bi kar kiriye û ewê S-400 aktîv bikin.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiye Îbrahim Kalin beşdarî kaneleke Tirkiyê bû û da xuyakirin, mekanîzma hevbeş ya derbarê S-400 û F-35'an de dest bi kar kiriye û da zanîn jî ku S-400 bi sîstemê NATOyê re nayên girêdan.

Kalin got, pêvajo bi Amerîkayê re di nav hemahengiyê de tê meşandin, hîn berê gotin eger hûn sîstemên S-400 bikirin emê dorpêçên CAATSA (Katsa) cîbicî bikin. Piştre gotin eger hûn ji destê xwe dernexin emê dorpêçan deynin, herî dawî jî dibêjin, eger hûn aktîv bikin emê dorpêçê deynin.

Kalin got, wan sîstemên berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 kirîne, paş de gav neavêjin û ewê sîstemê aktîv jî bikin.

 

S. B