Lindsey Graham pêwendiya telefonî ligel Mezlûm Ebdê encam da

Lindsey Graham, Senatorê diyar ê Komariyan ragihand, Wî peywendiyek telefonî digel Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê encam da ye

 K24 – Navenda Nûçeyan

Lindsey Graham radighîne, divê devera ewle nebe bingeha qirkirina netewî.

Lindsey Graham, Senatorê diyar ê Komariyan ragihand, Wî peywendiyek telefonî digel Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê encam da ye, ku hewlên îdareya Trump ji bo rawestandina şer bilind nirxandiye.

Graham di hejmarek Twittan de nivîsandiye, Mezlûm Ebdî dilgiraniya xwe ji rêkeftinê nîşan da ye û ragihandiye, bi tu awayekî qebûl nakin qirkirina nijadî li hember Kurdan bê kirin.

Lindsey Graham, naveroka peywendiya xwe ya telefonî eşkere kiriye û behsa wê yekê dike, navçeya aram ji aliyê Kurdan ve hatiye qebûl kirin, lê operasyonên leşkerî dibin sedem a awarebûna bi sedan hezar kes. Bi van pêngavan devera aram dirust nabe û ew yek qirkirin e.

Senatorê Komariyan ragehandiye jî, hêvîdar e bigihin rewşek, ku tu aliyek zererê nebîn e û dibêje, ew wek Mezlûm Ebdî dilgiran e, û wî jê re gotiye, ew ji nêzîk ve agahdarî rewşê dibe û di wê aloziyê de Kongrês digel Kurdan hevsoz e.

 

 

C.B